Vexwendina Konferansa Çalakiyan li dijî Civîna G20 yê 2017. Li hamburgê 3./4. ê berfanbarê Na ji bo G20 2017

Druckversion

Di 7. û 8. Tirmehê de civîna G20 çêdibibe, serokdewletî û serokdevletên 19 dewlementirin cîhane bi 6000 ran endam û delegasyonan xwe cihê xwe li wêderê bigrin. Di wê demê de 3000 rojnemewan û wênekeş jî li derdora wan bin. Derdora wan bi 10000 hêzên Parasitenê, ên sivîl û fermî jî werin parastin. Ew hemû çalakî di navenda Hamburgê de pêk werin: di Messe- halleyê de, di Rathausê de û di Elbphilharmonieyê de pêk weren. Derdora civîngehan mer- hale bi merhale firehtir were girtin û nasnameyên rûniştvanan werin kontrolkirin. Divê bi pi- ranî rûniştvanên Karovirtelê û taxên derdorên wan ciwîngehan zehmetîyê bikişînin. Nav wan de, bi taybetî yên ku penaber in, an jî di hola civakî de mexdûr in werin kontrol û acizkirin.

Rûniştvan dibe cih bidin rayedarîyan û bajarekî zindî bikin bê jiyan. Ew xeyalan dikin ku her tişt di bin kontrola wan da ye û tê zeptkirin. Bijareyê kapitalizmê bawer dikin ku, her çito be jî ji destê wan tê û perspektivên wan yên pêşe rojêkî bi aştî, asayîş û têrkirinê heye. Li pêşîya çavên me ew tiştên dijwarî xeyalên wan in tên tetbîq kirin. Hikimdartîya cîhanê roj bi roj xirabtir dibe; piroblema civakî, jinan, ekolojî û nijadperestî zêdetir dibe; li cîhanê şer mezin dibin. Bi milyonan mirov mala xwe diterikînin; bi milyaran jî ji bo têr bûnê hewl didin. Li Almanyayê jî hêjmara mirovên xizan zêde dibin. Di wê mijarê de li cîhanê yên dewlemend dewlemendtir dibin.

Hûnerên politikaya sîstema cîhanê dixwazin werin Hamburgê: Erdogan ji Turkiyayê, Putin ji Rusyayê, derbekerê Brezilyayê Temer, eger bextreşîya me hebe Donald Trump jî were Hamburgê. Li ser hikûmeta Çîn in û Hîndîstanê jî ne baş tê gotin. Hikûmetên demokratîk ji rojavaya Ewropayê jî? Ew in, ên ku dîwaran û çeperan avadikin, penaberan li ser riya hatina Ewropa bê insaf didin xeniqandin. Emê nîşan bidin wan ku ew bixer nehatine Hamburgê.

Gelek komên siyasetmedaran diramin ku ew çawa li dijî civîna G20 çalakîyên xwe çêbikin û rêxistina çalakîyan avabikin. Wan dest bi rêxistina xwe kirin. Nêrîna wan cûda ne: Yek dixwaze heqê xwe li ser bajarê xwe, yên din guhartina polîtîkaya klîmayê, yên din jî filitîn û koçberî, an jî tev li dijî kapîtalîzmê be. Ew fikr hene dibêjin: civîneke mezin, çalakîyên bê îteet li derdora civîna G20 an jî di tevaya bajêr de çalakiyan pêkbînin.

Ew ferq nake rexnekirina civîna G20 çawa tê sedem kirin, ew ferq nake kîjan çalakî û forma îfade pêşwe bikeve, protesto dikarin tenê serkevin, dema ku ew ne li dijî hew bin, hewdu temam bikin ku derfeta gerdûneke hevpar û adil avabe. Ji bo serkeftinê pêwîste ku ên ku li dijî G20 ne kombin û plansazîya xwe çêbikin.

Em cihê komunîkasyonê avadikin ku li wêderê em dê bi hew re pilansazîya xwe, civîna xwe çêbikin, ramanên xwe parve bikin. Ji bo wê yekê em we vedixwînin konferansa çalakîyan. Hûn hemu ser seran ser çavan hatine, ên ku ji bo çepgirîyê û wekhevbûnê ramanên xwe hene. (Hemu kes bizanin ku têkilîya me bi nijadperstiye u faşîzmê nabe.)

Bi piranî di 3./4.12 de werin Hamburgê, raman û pirsên xwe jî bi xwe re bînin. Ew wêneyên ku G20 di tirmeha 2017 de dixwazin biweşînin, bi rewşeke din were weşandin.

Ên ku vedixwînin konferansê: 

www.g20hamburg.org